30 Eylül 2007 Pazar

Kelepora Goyan

3-Ê WELE MAŞALAH (Du-Awaz)3
Ê wele top kêşa hola gund e
Hey maşela top kêşa hola gund e

Ê wele halay halay biçînê
Hey Maşela dad û medat biçînê

Ê wele misriyan sor kir ji xwînê
Maşela misriyan sor kir ji xwînê


Ê wele mirin çêtir e ji mayînê
Maşela mirin çêtir e ji mayînê

Ê wele zarokê ber dikan e
Maşela zarokê ber dikan e


Ê wele bar kir ji barê ripiyan e
Maşela bar kir ji barê ripiyan e

Ê wele cawekê bidin sindiyan e
Maşela cawekê bidin sindiyan e

Ê wele de biçin nav Goyan e
Maşela de biçin nav Goyan e

Ê wele dê ji bo xwe (bi)bim ripiyane
Maşela dê ji bo xwe (bi)bim ripiyane

Ê wele goyî dibêjin wem nakin
Maşela goyî dibêjin wem nakin

Ê wele vê tacê qebûl nakin
Maşela vê tacê qebûl nakin

Ê wele dînê xwe niqsan nakîn
Maşela dînê xwe niqsan nakîn


Ê wele hato Hesamê dîn e
Maşela hato Hesamê dîn e

Ê wele tu Goyan vecivîn e
Maşela tu Goyan vecivîn e

Ê wele xweyê şûrê hêşîn e
Maşela xweyê şûrê hêşîn e

Ê wele Îngilîza sor xayîn e
Maşela Îngilîza sor xayîn e

Ê wele Kehnîgûzê bin gûzê
Maşela Kehnîgûzê bin gûzê

Ê wele kîsikê Misto ji belgûz e
Maşela kîsikê Misto ji belgûz e


Ê wele kuşt hakimê Îngilîz e
Maşela kuşt hakimê Îngilîz e

Ê wele Kehnîgûzê bin ber e
Maşelah Kehnîgûzê bin ber e

Ê wele Misto çêkir çeper e
Maşela Misto çêkir çeper e

Ê wele Hakim rê û rê hat ser e
Maşela Hakim rê û rê hat ser e

Ê wele mêlak lê kir du ker e
Maşela mêlak lê kir du ker e

Ê wele dê werin û bibînin
Maşela dê werin û bibînin

Ê wele avgê gulan cemînin
Maşela avgê gulan cemînin

Ê wele dinya sot û vemirînin
Maşela dinya sot û vemirînin

Ê wele halay halay hawar e
Maşela halay halay hawar e

Ê wele Şekir Axa qumandar e
Maşela Şekir Axa qumandar e

Ê wele li hespê şînboz siwar e
Maşela li hespê şînboz siwar e

Ê wele Şekir û Lezgîn cot in
Maşela Şekir û Lezgîn cot in

Ê wele şîrîn in melkemot in
Maşela şîrîn in melkemot in


Ji devê Îsivî Mihemed, gundê Kalhesinan – 1997, Gelêrî/Botan (Goyan)

Belgûz: Qumaşêk jê şal û şapik tê dirûtin.
Ê wele avgê gulan cemînin: Ê wele avgê gulan berhev bikin.

** Di Herba Cîhanî ya Yekem de (1914-1918) hikumeta Îngilîz wextê ku Iraqê dagîr kir, hingê dixwest tixûbê Iraqê di Kêla Memê (Zozanên Geliyê Goyan, cih û meskenê Memê ALAN) re derbas bikin. Hikumeta Îngilîz dîplomatekî xwe bi navê Swiss hinart Goyan ku alîkariya wan bike da ku desthelatdariya xwe bide qebûlkirin. Ji gundekî Goyan ê bi navê xwe Kiror (niha nahiye ye û li ser tixûbê Başûr e), yeki li Navçeya Goyan bi navê Heso Dîno mezinek yê bi nav û deng heye, him mêrekî mêrxwas û şerxwaz bu, û him mêrekî bihnteng e çi kêşê û astengên li herêmê wextê çêdibun ji hevpeyvîn û diyalogê zêdetir bi şer û bi darîzorê çareser dikir ji wê çendê jêre digotin Heso Dîno. Hingê zilamek jêre digotin Hisênî Naso Mezinî Kirorîyan bû ji Heso Dîno rastbîntir û nermtir bû nêbana wan her dû mezinan de nekêşandinek nependî hevî(hebu) yanî şerekî iqtidarî ya veşartî hevî li Kirorê mezinên Goyan ser vê pêşniyaza Hikumeta Ingilîzan gengeşî û munaqeşe bê krin mezinên derûdorên gundên Goyan li Kiror civîn dikin, hinek mezinên qebîleyan gotin bila Ingilîz be baştire hinek li hemberê wan dîn û dîyanet kirirn nêv de bi hêcetê red kirin lê mixabin berê Ingilîzan Kuvayî Mîllîye ji berê wan Sefîran hatîne û soz bi wan re dane û ji bo ku sedeqeta xwe destnişanî Kuvayî Mîllîye bikin li hember vê pilana Ingilîzan derdikevin û qebûl nakin!...” Heso Dîno diçit yekî qaçaxçî, yan jî mêrkuj ê bi navê Misto Şaho ji gundê Bêjuh dibîne, û pêre têkilî dêne û pilana kuştina sefîrê Îngilîz jê re dibêje û Misto jixwe yekî qaçaxe ked û karî wi merkuştin û şêlandin û rêbirîyê wi cih e. Heso Dîno dikeve nêv eqilê Misto dibêje kafir dê bên me işxal bikin heger em gelekî misilmanin divê em nehêlin kafir bên ser axa me Misto jixwe li tiştekî wisan digere diçê Kehnîgûzê, (devereke nêzîkî Gundî Bêjûhû Mergeh deye) hakimê Îngilîz, yanî wî dîplomatî li wê derê, ku li ser pişta hespê xwe ye, wê bêt Kiror Sefîr dibêje Misto ha te tayek giya ji vêderê rakir han te min kuşt tu feyde û karê hewe ji kuştina min çênabe Hikumeta Ingilîz quweta wi gelek zor e û dewletek mezine bi kuştina min dewlet zerer nabine lê hunê bibin xweyê zererê welhasil dike, nake Misto îqna nabe û li wêderê dikuje. Piştî hat kuşt navî Heso Dîno li nik dewleta Tirkan bû Hesam Paşa Berê ku Heso Dîno alîkarî ji dewleta Tirkan bixwaze rihspîyek ji xelkî wêderê bi navî Mele Brahîm ew tenê alîgirê pêşnîyaza Sefîrên Ingilîzane, mirovê Heso Dîno ye dibêje Heso Dîno kuro Heso! Edaleta Dewleta Ingilîz gelek pêşketî ye dewletek medenî ye raweste bila bên me vegirin (dagirbikin) heta piştî demekî ew dê biçin emê jî bigihîn heqê xwe Heso wî xaîn îlan dikê çimkî ew jî wekî Hisênî Naso difikire û ew jî dike înat û rig ji kerbên desthelatdarî iqtidariya Hisênî Naso dibê ew mêrik jî (Mele Brahîm) direve diçe başûrê welêt Piştî ku ew sefîr tê kuştin, Îngilîz heyvek wisa bi ser de naçe, tên bi firokeyan nehiya Kirorê bombebaran dikin, heta hingê hikumeta Tirk ji Mêrdînê hir ve (vir de) nebû. Heso Dîno diçe hawar digihêne hikumeta Tirk û hêza leşkerî seferî li ser Herêma Botan dibin, her wisa ew pilana Îngilîzan jî têk diçe. Artêşa Ingilîz vegeriya ser wargehên xwe li Iraqê Heso Dîno xwe wekî lehengekî Herêma Goyan dibîne û dibêje hema jixwe dewlet ez im. Heso Dîno kurekî wî heye nav Brahîme gelek jê hez dikit û jê bawer bu digot ez bimirim rojekî ew dê şûna min bigire; kurî wi jî mêrkuje ji gundekî bavek û du kur kuştine û naçe Eskeriyê jî piştî ku xwesteka dewleta tirkan hate cih buha û qîmetî Heso Dîno jî hêdî, hêdî li kêman da. Dewlet belê diviya otorîta xwe ser herkesî pêk bîne demê leşkeriya kurî Heso Dîno Brahîm têt, kurî wi naçit leşkeriya Tirkan bikit û kurî Heso Dîno û hevalî Brahîm Evizêdî Mîrza her du dikevin ser kemîna leşkerên Tirk û têne kuştin. Piştî hatin kuştin gundîyan ji Hukumetê re gotin ev e kurî Heso Dîno bu hewe kuşt Esker tên ji Heso Dîno re dibêjin ka binêre ev e kîye me kuştî Heso wî termî dibîne kurî xwe nas dike dibêje ev e ne kurî min e eskeran dîsa jê dipirse û ser de diçin dibêjin rast bêje ev e kîye me kuştî çawa tu kurî xwe nas nakî û heqaretên ne mirovane lê tê kirin Cegera Heso dişewite û bîra şîreta ew rihsipîyê tê bîra wî û Heso dibêje: Ev mêrê hewe kuştî mêrekî bi şeref û bi namus e, ne kurî vi bêşerefe ye (jixwe re dibêje) Çavkanî
Mamoste Behrem Duman ji gundî Nêrweh li Danmark (Seyda Goyan)